Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

Evro Yekşembîyê, 10.11.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alberto Ortega Martín Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.

 

K24- Hewlêr

Evro Yekşembîyê, 10.11.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alberto Ortega Martín Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li têkşikandina terorîstên Da'îş kir û ragihand ewê Pêşmerge encam da karek bû ji bo hemû mirovayetiyê. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rojên teng da koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan parast û dergehê ji bo wan vekirin.

Li beşekî dinê civînê da rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewayi ya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.

Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.