Çawuşoglu: Peyemeke pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Barzanî kir

Weîzrê dereveyê Tirkiyê di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir bi bone ya sûndxwarin û dest bikarbûna kabîneya wî.

K24- Hewlêr

Weîzrê dereveyê Tirkiyê di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir bi bone ya sûndxwarin û dest bikarbûna kabîneya wî.

Di wê peywendî ya telefonî de, wezîrê derve yê Tirkiyê ûmêda serkevtinê bo Mesrûr Barzanî xwazt û piştîvanîya welatê xwe bo wî tekez kir.

Herweha xwazta Tirkiyê bo pêşxistina peywendî yên dû alî di navbera Hewlêr û Enqereyê de derbirî .

Her di wê peywendî ya telefonî de Mewlûd Çawuşoglu, xweşhalîya welatê xwe derbirî li hember hemerengîya pêkhate ya kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê ku tevaya pêkhateyan têde hene.