31 sal bi ser Enfala Badnan dibuhire
K24- Duhok
31 sal dibuhirin bi ser Enfala Badînan, lê heya niha birîna kesûkarên enfalkirîyan sarêj nebûye û ew çaverêne rufatên kesûkarên wan bihên vegeranidin.
Kesûkarên enfalkirîyên Badînan, niha daxwaz û hêvîya wan ewe di vê çaverwanîya niha de rizgar bibin û rufatên kesûkarên wan bihên vegerandin bo Herêma Kurdistanê.
Enfala Badînan ku dawî şalaw a enfalan bû, li 25ê Tebaxa Îlonê, 1988 tevaya devera Badînan vegirt û têde kîmîyabaran, girtin, kuşti, raguhaztin, wêrankirina Mizgeft, Dêr, gund û deverên Badînan ji alîyê 5 Firqeyên serbazî ve hat encamdan û ewên ji wê şalaw a Enfalê jî rizgar bûn, awareyê Îran,
Tirkiyê û welatên cîhanê bûn.