Serok Barzanî û Konsolê Fransa li Hewlêrê dawî pêşhatên Iraq û navçeyê guftûgo kirin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li  Konsolê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies  kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser gef û egerên li ber proseya siyasî ya Iraqê û aloziyên li ser asta navçeyî û navdewletî.

Her di vê hevdîtinê de Konsolê Fransa li Hewlêr tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e û xwazyarê berdewamîdana bi cengê Dijî DAIŞê li gel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî û bi taybet hêzên Herêma Kurdistanê de ne.

Danûstandina bîr û ramanên di derbarê gefa terorîstan û metirsiya bihêzbûna DAIŞê li Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.

 

S. B