Referandûma Kurdistanê li Bakur hestên netewî zêde dike

Kurdên Bakurê Kurdistanê pêvajoya serxwebûna ragihandina Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Siyasetmedar, rewşenbîr û xelkê bajarê Sêrtê jî piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistana serxbixwe tînin zimên û referandûmê wekî fersendeke dîrokî dinirxînin û banga yekîtiyê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Sêrt

Kurdên Bakurê Kurdistanê pêvajoya serxwebûna ragihandina Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Siyasetmedar, rewşenbîr û xelkê bajarê Sêrtê jî piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistana serxbixwe tînin zimên û referandûmê wekî fersendeke dîrokî dinirxînin û banga yekîtiyê dikin.

Bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê bi 150 hezar serjimêra xwe yek ji bajarên ku cihê xweşbîniyê ye. Sêrt her çiqas bi fistik û parêv ango biryanê bê naskirin jî bi medreseyên xwe wek cihê ilm û îrfanê jî tê zanîn. Li gorî texmînan ji sedî 70-75ê wê Kurd in û ji sedî 25-30ê wê jî Ereb in. Di referandûma 16’ê Nîsanê de ji sedî 52yê dengdêran gotin “Na” ji sedî 48ê wan jî gotin “Erê”.

Li ser referandûma ragihandina serxwebûna Kurdistanê li Sêrtê jî di nav partiyên siyasî û civakê de hevahengiyek heye. Hevserokê  Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê  Sêrtê Abdullah Çetîn dibêje, ji beriya referandûmê konferansek ku hemû aliyên Kurdan tê de beşdar bibin bê lidarxistin, dê biryareke erênî û bihêztir ji bo referandûmê encam bide.

Hevserokê HDPê yê Şaxa Sêrtê Abdullah Çetîn ji K24ê re got: “Ya rast ev biryara rêzdar Barzanî derxistî pêş jî mafê wê yê herî xwezayî ye. Ev mafê gelê Kurd yê herî xwezayî ye û divê herkes rêz lê bigire. ”

Li Bakûrê Kurdistanê yek ji partiyên Kurdistanî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye PDK-T ye. PDK-T jî roj bi roj xebat û rêxistinên xwe berfirehtir dike. Serokê PDK-Ta Sêrtê Cemal Aslan dibêje, serxwebûna Kurdistana Başûr serxwebûna hemû axa Kurdistanê ye.

Serokê PDK-T yê Şaxa Sêrtê Cemal Aslan got jî: “Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji me re pîroz e. Înşeallah em ê bi ser bikevin. Em Kurdên Sêrtê jî li hêviya serxwebûnê ne. Dema ku serxwebûn hat ragihandin em ê li Sêrtê bi dawet û şahiyan pîroz bikin. ”

Sêrt jî wekî Mêrdînê pir netew, pir ziman û pir çand e. Gelek kesên Sêrtî bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî dikarin biaxivin. Cumhur Kiliççioglu yê 80 salî temenê xwe bi rojnamegeriyê derbas kiriye li Kurdistanê jî geriya ye. Kiliççîoglu, bi Erebî jî dizane û dibêje wî xwe wek kesekî Ereb dizanî lê bi lêkolînan dû re zaniye ku Kurd e. Kiliççioglu li ser referandûma Kurdistanê wiha dibêje:

Rojnamevan Cumhur Kiliççioglu wiha axivî: “Biryara referandûmê biryareke rast e. Ji biryara gel ti biryarên rastir tune ne. Em dixwazin hemû gel azad û wekhev bijîn. Kurd j birayên me ne. Kurdistan ji aliyê samanên binerdî ve dewlemend e, dema ku dewlet be û aram be em ê jî ji dewlemendiya wê sûd werbigrin. ”

Bi aşkerekirina dîroka referandûma ragihandina serxwebûna Kurdistanê di nav civaka Kurdên Bakûr de jî hestên netewî zêde dibin. Kurdên bakûr bi van hestan banga yekitî û tifaqa hemû aliyên Kurdan dike.