Shirînahîya navdar a Remezanê Gullaç û çekirina wê

Li Dirbekirê jî wekî seranserê bakur û Tirkiyeyê, şîrînahiya navdar a Remezanê gullaç e. Vê şîrînahiya ku giraniya wê ji şîrê safî ye, hem ji ber sivikbûna xwe hem jî ji ber hêsaniya çêkirina xwe zêdetir tê tercîhkirin. Hosteyên gullaçê, hemû hûrgiliyên vê şîrînahiya Remezanê vedibêjin û li gorî wan; ji ber ku gullaç şîrînahiyeke gelek sivik e, her şev jî dikare were xwarin.

K24- Amed

Li Dirbekirê jî wekî seranserê bakur û Tirkiyeyê, şîrînahiya navdar a Remezanê gullaç e.  Vê şîrînahiya ku giraniya wê ji şîrê safî ye, hem ji ber sivikbûna xwe hem jî ji ber hêsaniya çêkirina xwe zêdetir tê tercîhkirin. Hosteyên gullaçê, hemû hûrgiliyên vê şîrînahiya Remezanê vedibêjin û li gorî wan; ji ber ku gullaç şîrînahiyeke gelek sivik e, her şev jî dikare were xwarin.

Dema meha Remezanê tê, bi qasî amadekariya cureyên xwarinan, amadekariyên şîrînahiyan jî tê kirin. Lê li bakur û Tirkiyeyê şîrînahiyeke taybet a meha Remezanê heye û wekî şîrînahiya herî sivik tê zanîn. Gullaç, ji dema Osmaniyan wekî mîrate maye û li Diyarbekirê jî şîrînahiya sereke ya Remezanê ye. Ji bo çêkirina gullaçê; şîrê bi şekir, pelên gulaçê û kakilên fistiqan pêwîst e. Hoste Yavûz Çaliş şîrê ku kelandiye, berî sêniyan dide û her carê parçeyek pelê gulacê di nav şîrê kelandî de şil dike û di sêniyeke din de bi cih dike. Hoste Yavûz Çaliş dibêje; heger şîr sar be, dê pel hişk bimînin û zêde kelandî be jî dê bibe hevîr; ji ber vê jî pîvana şîrî hûrgiliya herî girîng e.

Yavûz Çaliş-hosteyê Gullaçê, dibêje:"Ji bo gullaçeke baş, gullaça heqîqî divê. Hinek fabrîqe gullaçê ji genimî çêdikin, lê ev gullaç ji nîşastaya gilgil çêdibe. Ji serdema Osmaniyan heta îro padîşahan her vê şîrînahiyê xwariye."

Piştî tebeqeyek pelên gulacê li bin sêniyê tê danîn, 5 deqe navber tê dayîn da ku pelên gulacê û şîr hev û din bikişînin. Piştî vê navberê, kakilên fistiqan li ser tê reşandin û piştî reşandina fistiqan, car din pelên ku di nav şîrî de tên şilkirin, li ser fistiqan tên bicihkirin. Piştî tebeqeya duduyan jî tekûz dibe; ji bo ku gullaç hev û din bikişîne, saeteke tê rawestandin. Piştî ku ser şîrînahiyê jî bi fêkî û fistiqan tê xemilandin; ji bo sofreyên fitarê amade dibe. Xwediyê kargeha şîrînahiyê  Kutbettîn Eren dibêje; eleqeya ji bo gullaçê baş e lê dema mirov salên borî û îsal dide ber hev; karê şîrînahiyê bi gelemperî ji ber qeyranê kêm bûye.

Kutbettîn Eren-xwedîyê kargehê, dibêje:"Îsal, par, pêrar; dema em bifikirin, sal bi sal kêmanî dikevê. Bi taybetî îsal kêmasiyeke gelek zêde ketiyê. Ew jî ji ber aboriya Tirkiyeyê ye."

Di meha Remezanê de ji bo gelek mirovan, şîrînahî bi qasî cureyên xwarinê jêneger e. Lê ji ber ku di salên dawîn de Remezan rastî germa havî tê, beşeke girîng a civakê şîrînahiyên sivik tercih dikin.