Kurd ji şer û pevçûnan westiyane

Li Stenbolê, di konferansekê de, pirsgirêka Kurdan û rewşa civaka Tirkiyê hat gotûbêj kirin. Ligor pisporan, li Tirkiyê Kurd êdî ji şer û pevçûnan gelekî westiyan e û dixwazin ,dinav jiyaneke aram de bijîn. Li gor pisporan, di van 5 salên dawiyê de, pirsgirêka Kurdan, bûye pirsgirêkek navnetewî, lê ne PKK, ne jî dewlet, guh nade daxwazên Kurdan.

K24- Stenbol

Li Stenbolê, di konferansekê de, pirsgirêka Kurdan û rewşa civaka Tirkiyê hat gotûbêj kirin. Ligor pisporan, li Tirkiyê Kurd êdî ji şer û pevçûnan gelekî westiyan e û dixwazin ,dinav jiyaneke aram de bijîn. Li gor pisporan, di van 5 salên dawiyê de, pirsgirêka Kurdan, bûye pirsgirêkek navnetewî, lê ne PKK, ne jî dewlet, guh nade daxwazên Kurdan.

Li ser kirîzên sîyasî yên ku niha li gelek welatên dinyayê berdewam dikin li stenbolê konferseka binavê ''Li tirkiyê û Dinyayê krîzên rêvebirina demokratîk'' hat rêvebirin.Di vê konferansê de akademîsyenan bi taybetî li ser pirsgirêka Kurdan û ji hev dûrketina aliyên civaka tirkiye yê nêrîn û lêkolînên xwe parve kirin.Mamosteyê zanîngeha Sabanci ya Tirkiyeyê Fuat Keyman di konferansê de li ser rewşa Kurdan ragihand di van 5 salên dawiyê de pirsgirêka Kurdan bûye mijarek navnetewî û diyar jî kir êdî Kurd ji şer û pevçûnan gelekî westiyane û dixwazin jiyaneke aram bijîn lê ne dewlet ne jî PKK guh nadin van daxwazên Kurdan.

Fuat Keyman, akademîsyen, dibêje:''Dema ku em li gel welatiyên Kurd diaxivîn em dibinin ku Kurd ji hişmendiya hikûmetê ya li ser ewlehiyê,ji şerê PKK ê,ji qeyûmên li ser şaredariyan gelekî westiyane û dixwazin dinav jiyaneke aram de bijîn.Divê em bizanin ka Kurd çi dixwazin û çi difikin.Niha belkî dewlet van daxwazên Kurdan nabîne lê PKK jî van daxwazên Kurdan nabîne.Dinav proseyeka çareseriyê de Kurd dixwazin jiyana wan normal bibe û dinav wekheviyê de bijîn.Ji ber wê divê em li binêrin ka emê li welatê xwe bihevre jiyanê çawe bihêz bikin û wekheviya dinav welatiyan de çawa pêkbînin.

Di vê konferansê de akademisyen Senem Aydin Duzgitê jî ragihand li gor pîvanên endeksên navnetewî niha li dinyayê yek ji welatê ku civaka wê herî zêde ji hev dûrketî tirkiye ye û diyar jî kir bi taybetî piştî sala 2007ê ji hev dûr ketina dinav welatiyên tirkiyê de hêj zêdetir bûye.

Senem Aydin Duzgît, akademîsyen, got:''Ji ber îdeolojiya cûda ya dinavbera rêveberên partiyên sîyasî hemwelatiyên tirkiyê jî ji aliye civakî û îdeolojîyê ve ji hevdûrketîne.Bi

taybetî piştî sala 2007 ê ev ji hev dûrketin hêj zêdetir bûye.Herwiha vê tiştê bandor li ser pêwendiya şexsan jî kiriye. Wek mînak ji %74 welatiyên tirkiyê naxwazin li gel wan kesên ku dengê xwe ne dayîn partiya wan kar bikin, bizewicin û bibin cîran.Herwiha di sala 2007ê de baweriya li dadgehan ji %67 bû lê sala 2016 yê de ev bawerî daketiye ji %4 an.

Di vê konferansa ku bi taybetî pirsgirêka Kurdan hatî axaftin de pirsgirêkên civaka tirkiye yê jî hat gotûbêj kirin. Li gor piraniya pisporan niha li Tirkiye yê mijara herî giring pirsgirêka Kurdan e û Kurd dixwazin dinav wekhevî û demokrasiye de daxwazên wan bên bicihanîn.