Diyarbekir.. Komara Kurdistan li Mahabadê hat bibîranîn

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve konferansek boneya 73. Salvegera damezirandina Komara Kurdistan li Mahabadê hat li darxistin. Axaftvanên konferansê amaje kirin ku divê siyasetmedarên Kurdan perspektifên Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ji xwe re bikin rêbaza siyasete.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve konferansek boneya 73. Salvegera damezirandina Komara Kurdistan li Mahabadê hat li darxistin. Axaftvanên konferansê amaje kirin ku divê siyasetmedarên Kurdan perspektifên Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ji xwe re bikin rêbaza siyasete.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Şaxa Diyarbekirê di 73. Salvegera Damezirandina Komara Kurdistanê li Mahabadê de konferansek bi beşdariya siyasetmedar, lêkolîner û nivîskaran li dar xist. Di konferansê de nivîskar Mehmet Emîn Aslan derbarê netewîbûna Komara Mahabadê de, Serokê PSKê Mesût Tek derbarê rola Partiya Demokrata Kurdistanê de, Cîgirê Serokê PAKê Henîfî Tûran derbarê wesiyeta Qazî Mihemed de axifîn. Lêkolîner û nivîskar Fûad Onen jî rêbaz û perspektîfên Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî bi siyaseta kurdan a îro ve gire da.

Lêkolîner û nivîskar Fûad Onen ji K24ê re got: "Wek neviyek ê Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî dersa ku min ji Komara Kurdistanê derxistiye ew e ku siyaseta Kurdistanî divê serxwebûnxwaz be. Bêyî rêya serxwebûnê çareseriyên hundir van dewletan demkî ne û wek encam jî di xisar a millete me de ye."

Axaftvanên panelê derbarê têgihiştina girîngiya Komara Kurdistanê li Mahabadê de bal kêşandin ser çavkaniyên derbarê Komara Mahabadê de. Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî yê Şaxa Diyarbekir û nivîskar Seîd Veroj jî da zanîn ku ji aliyê çavkaniyên Komara Mahabadê ve hijmara berhemên ku hatine çapkirin gelek kêm e.

Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî yê Şaxa Diyarbekir Seîd Veroj ji K24ê re got: "Dema ku ji bo vê konferansê me amadekariya xwe kir çend pirtuk me dan ber hev. Ji aliyê xebatên civakî û sivîl ên Komara Kurdistanê ve ew çavkanî kêm bûn. Çavkanî pirr kêm bûn. Ji ber wê yeke divê yek bi yek ew weşanê ku dema Komara Kurdistanê de hatine çapkirin û belavkirin em naveroka vana nalîz bikin."

Komara Kurdistanê Mahabadê di 22ê Çileya sala 1946ê de li Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin û 11 mehan dom kir. Axaftvanên panele dan zanîn ku Pêşengê Komara Mahabadê Qazî Mihemed ku ji aliyê Îranê ve hat darvekirin, bang li nifşên pêşerojê kirî ye ku li Alaya Kurdistanê xwedî derbikevin.