Strateji ya nû ya AKParti

Li aliyeke ve li Tirkiyeyê nîqaşên li ser encamên hilbijartinê didomin, li aliyeke ve jî li gorî heyama nû stratejiya nû ya partiya desthilatdar û hikûmetê tê meraqkirin. Li gorî rçavkaniyên nêzî hikûmetê wê Ak Partî lijneyên xwe yên rêveberî û çend cîgirserokan biguherîne û di kabîneya wezîran de jî hin guhertinên cidî pêk bîne. Derbarê politikaya Kurd ya desthilatê de rojnameger dibêjin tifaqa li gel MHPê nahêle ku Ak Partî pêngavên demokratîk bavêje û berê xwe bide Kurdan.

K24- Ankara

Li Tirkiyeyê karvedanên encamên hilbijartinên herêmî didomin. Ak Partiya ku ev 16 sal in şaredariya Enqereya paytexta Tirkiyeyê û bajarê herî mezin yê Tirkiyeyê Stenbolê birêve dibir li gorî encamên nefermî winda kir. Gotinên Erdogan yên piştî encaman ku di aborî û demokrasiyê de behsa reform, di kabîneya wezîran de revîzyon û di Ak Partiyê de jî behsa nûkirinê kiribû ji aliyê pispor û rojnamegeran ve tê nîqaşkirin.

Pisporên ku Ak Partiyê ji nêz ve dişopînin destnîşan dikin wê din ava demekî kurt de partî ji serî ve bê nûkirin û di kabîneyê de jî hin guhertinên cidî pêk were.

Bayram Zîlan-Rojnameger, dibêje:"Serî de wê Ak Partî li gorî encamên hilbijartinê wekî her car xwe biguherîne. Mesela wê 4-5 alîkarê serokê giştî biguherin û di kabîneya wezîran de jî guhertin çêbibin. Ak Partî wê bi civînên berfirehkirî kêmasîyên xwe tespit bike û xwerexne bike. Lê heta tifaqa li gel MHPê hebe zehmet e ku Ak Partî pêngavên demokratîk bavêje."

Li aliyê din spasîya din Erdogan ya piştî hilbijartinan kul i Kurdan kiribû ji aliyê hin derdoran ve wek nîşaneya proseyeke nû hatibû nirxandin. Hin rojnameger dibêjin her çiqas derbarê kêşeya Kurd de pêngavên berbiçav nexuyin jî, daxwazên gelê Kurd hene ku nayên paşguhkirin.

Semra Polat-Rojnameger, dibêje:" Wisa dixuye ku wê tifaqa li gel MHPê bidome, lê belê li gorî min wê zêde neajo. Lewre Erdogan dît ku tifaqa wan ji aliyê Kurdan ve zêde nehate pejirandin. Niha derbarê meseleya Kurd de polîtikayeke zelal ya Ak

Partiyê naxuye, lê wê ev mijar bê nirxandin. Wek mînak mijara perwerdeya zimanê zikmakî daxwaza hemû Kurdan e".

Di navbera hikûmeta Tirkiye û PKKê de di sala 2013an de proseya bi navê "aştî û çareseriyê" dest pê kiribû û wê demê HDP jî wek navbeynkar rola xwe lîstibû. Lê belê piştî kuştina 2 polîsan li Rihayê û destpêkirina şerê xendekan prose di sala 2015an de bidawî bûbû. Piştî vê jî derbarê kêşeya Kurd de hikûmet gaveke berbiçav neavêtibû.