Îran: Peywendîyên xwe yên dîrokî û kulturî li gel Herêma Kurdistanê turndtir dikîn
K24- Hewlêr
Murteza Ebadî, serkunsulê Komara Îslamîya Îranê, li Hewlêrê, pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike bi boneya destbikarbûna wî wek serok wezîrê Herêma Kurdistanê.
Murteza Ebadî , serKunsulê Komara Îslamîya Îranê li Hewlêrê, hêvîya serkevtinê bo kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê xwazt û ragehand: Hêvîdarîn di qonaxa nû de, li gel serok wezîr û herêma Kurdistanê, peywedndîyan bi îradeyeke sîyasîya hevpişk û li jêr saye ya peywendî yên dîrokî û kulturî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, li tevaya bwaran ber bi pêşve biçe û tundtir û berfirehtir bikin.
Serkunsulê Îranê amaje bi wê yekê jî da, wek dû hevsû, berdewambûn li gel Herêma Kurdistanê aramanca wan ya sereke ye.