Pirsa kirrîna Mûşekên S400 a Rûsî ji alîyê Îraqê ve, Emerîka nîgeran kirîye

Komîteya Ewlwhîyê û Berevanîyê di Civata Nwênerên Îraqê de aşkera dike, ku ew li gel kirrîna mûşeka S400 a Rûsî ne û Emerîka jî givaşê dixe ser hikumetê daku rêkkevtinê li gel Rûsyayê neke.

K24- Hewlêr

Komîteya Ewlwhîyê û Berevanîyê di Civata Nwênerên Îraqê de aşkera dike, ku ew li gel kirrîna  mûşeka S400 a Rûsî ne û Emerîka jî givaşê dixe ser hikumetê daku rêkkevtinê li gel Rûsyayê neke.

Bedir Zîyadî, endamê Komîteya Ewlwhîyê û Berevanîyê di Civata Nwênerên Îraqê de ragehand: Perlemanê desthilata Kirrîna mûşeka S400 daye dest serokê wezêran.

Got jî: Arasteyeke bihêz di perlemanê de Heye daku hikumet girêbesta mûşeka S400 li gel Rûsyayê wajû bike. Amaje bi wê yekê jî da, ku rêkkevtina di navbera Bexda û Waşintunê de bandor li ser paraztina ewlehîya Îraqê nebûye.