40 cih li Efrînê hatine şewitandin

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, agir bi 40 deveran ketiye û zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê hatine şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, agir bi 40 deveran ketiye û zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê hatine şewitandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, ji destpêka dagîrkirina artêşaTirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin ve, agir bi zêdetir ji 40 cih, çiya û daristanan ketiye û di encamê de ji bilî darên daristanan, zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê û rûbere 300 Hikar daristanan hatiye şewitandin.

Wê rêxistinê ev raport di demekê de belav kiriye, roja 15ê vê mehê agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê ve û  ket û bi çiyayê Hawarê beşê di navbera gundê Gobek û heyatê ket û beşek mezin ji daran hatiye şewitandin.

Vemirandina agir bi karînên kêm û hewla welatiyên sivîl û encûmenên sivîl ên navçeyên Efrînê tê kirin. Lê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti hewla vemirandina agir nadin.  

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, di salên pêştir de bûyerên vêketina agir li çiya û daristanên Efrînê kêm diket, lê ji dema dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wek êzing bifiroşin.

 

S. B