Serokê herêmê pêwendiyên ligel Rûsya bi Bogdanov re girte dest

Nêçîrvan Barzanî, daxwaza herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Rûsya di hemû waran de tekez kir...

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî, daxwaza herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Rûsya di hemû waran de tekez kir û destxweşî li kar û çalakiyên kompanya Gazprom ya Rûsî, di kerta enerjiyê de li herêma Kurdistanê dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Mîxaîl Bogdanov - Nûnerê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û şandek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazprom  re civiya.

Di civînê de, her du aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kirin û tekezî liser giringiya hewldan ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nebûn a Iraqê di meydana kêşe û milmilaniyên hêzên  herêmî û navdewletî kirin. Herweha ronahî xistin ser xwepêşandan û hewlên ji bo diyarkirina Serokwezîrê bê yê Iraqê, û pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

Rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, pirsa Kurd û paşeroja wan di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsya li wî welatî, herweha berdewamiya metirsiyên terorê û çawaniya rûbirûbûn a wê, prosêsa aştiyê li Rojhilata Navîn û dawî pêşhateyên kêşeya Filistîn û Israîlê, beşek din ê civîna her du aliyan bû.

 

 

 

C.B