Li Bexdayê 4 xwepêşander hatin kuştin

Jêderekî ji tenduristiya Bexdayê ji ajansa “Reuters” re ragihand, îro di encama destdirêjiya hêzên ewlehiyê, 4 xwepêşander li Bexdayê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji tenduristiya Bexdayê ji ajansa “Reuters” re ragihand, îro di encama destdirêjiya hêzên ewlehiyê, 4 xwepêşander li Bexdayê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên medyayî, îro careke din alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de li kolana Reşîd û Pireya Şehîdan li nava Bexdayê derket.

Hat ragihandin, xwepêşanderan xwastin berbestên çementoyî yên li ser kolana Reşîd rakin, lê hêzên ewlehiyê jî bi guleyan rê li ber wan girt. Di encamê de 4 xwepêşander hatin kuştin û zêdetir ji 35 xwepêşanderan jî birîndar bûn.

Ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve, şerpêleke xwepêşandanan li Bexda û bajarên naverast û başûrê Iraqê destpê kiriye, welatî daxwaza çaksazî, destkişandina her sê serokatiyan û hilbijartinên pêşwext dikin.

Di encama tundûtûjiyên Iraqê de, heta niha zêdetir ji 280 kesî canê xwe jidest daye bi sedan jî kes birîndar bûne.

 

S. B