Rêjeya Bêkarî ya Tirkiyê 4 poînt zêde bû û gihîşt sedî 14.7

Rêjeya Bêkarî ya Tirkiyê 4 poînt zêde bû û gihîşt sedî 14.7. Hejmara bêkarên fermî li Tirkiyê nêzîkî 5 milyon kesan bûn.

K24- Hewlêr

Rêjeya Bêkarî ya Tirkiyê 4 poînt zêde bû û gihîşt sedî 14.7. Hejmara bêkarên fermî li Tirkiyê nêzîkî 5 milyon kesan bûn.

Saziya Jimaryariya Tirkiyê (TUÎK), radeyên bêkarî yên Tirkiyê ragehandin. Li gor meha yekê ya sala bihurî,  hejmara bêkaran 1 milyon û 259 kes bûne û gihîştiye 4 milyon û 668 kesan.

Bi vê hejmarê jî, radeya bêkarî jî 4 poînt zêde bû û gihîşt sedî 14.7.

Li gor encaman, asta bêkarî herî zêde di nav ciwanan de ye û gihîştiye sedî 26.7.