HDP: Bila êdî çek rawestin û aştî pêk were

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê mîtîngek bi navê “li dijî şer çareseriya demokratîk li dar xist”
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê mîtîngek bi navê “li dijî şer çareseriya demokratîk li dar xist” Di mîtîngê de Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û Hevseroka KCDê Leyla Guven jî axafîn. Parlementerên HDPê jî amaje kirin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe di Rojhilatanavîn de aştî pêk nayê.

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li Diyarbekirê di Qada Îstasyonê de mîtîngek bi navê li dijî şer çareseriya demokratîk li dar xist. Mîtîng demjimêr 17.00ê êvarê dest pê kir û Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, Hevseroka KCDê Leyla Guven, parelemnterên HDPê û hevgirtiyên HDPê jî beşdarî mîtîngê bûn. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier amaje kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe di Rojhilata Navîn de aştî pêk nayê.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier ji K24ê re got: "Armanca vê mîtîngê ew e ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav werin avêtin û zutirîn dem de ev pirsgirêk were çareserkirin. Em dixwazin li rojhilatanavîn şer raweste û bi rêyên demokratîk pirsgirêk werin çareserkirin."

Di mîtîngê de Hevserokê HDPê Sezaî Temellî polîtîkayên Tifaqa Ak Partî û MHPê rexne kir û amaje kir ku li Tirkiyeyê desthilatdarî siyaseta demokratîk asteng kiriye. Parlementerê HDPê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz jî amaje kir ku aştî bi makezagonek wekhev û demokratîk pêkane ku herkes bi nasnameya xwe tê de cih bigire.

Parlementerê HDPê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz diyar kir: "Pirsgirêka Kurd çi demê were axaftin pê re şer derdikeve. Pirsgirêka Kurd bi şer na, bi aşîtiyê dikare çareser bibe. Dema ku mirov bi nasnameya xwe nebin wê demê pirsgirêk çareser nabin. Divê mirov bi nasnameya xwe hebin. Em ê vê mijarê di payîzê de têxin rojevê."

Di mîtîngê de Muzikjen Serhet Çarnewa jî derket ser dike û bi stranên xwe tevlî mîtîngê bû. Serhat Çarnewa amaje kir ku wek muzîkjenek Kurd ew daxwaz dike ku êdî pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Hunermend  Serhat Çarnewa got: "Bi salan e gelê Kurd gelek bedel dane. Divê êdî teqez aştî were vê erdnîgariyê. Wek hunermendek Kurd ez jî hatim alîkariya xebatên aştiyê bikim û denge xwe bi denge xelkê xwe re bikim yek deng."

Hevseroka KCDê Leyla Guven jî piştî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê cara yekem tevlî mîtîngekê bû axifî. Di axaftina xwe de Leyla Guven bang kir ku êdî şer were rawestandin û ji bo vê yeke jî ew ê êdî ji bo aştiyê tekoşînê. Leyla Guven amaje kir ku greva wan a birçîbûnê hiştiye ku hevdîtin li gel rêberê PKKê Abdûllah Ocalan werin kirin û bang kir ku ji nu ve pêvajoya aştiyê dest pê bike.