Sizayên li ser Îranê bandorekê xirab li Tirkiyê jî dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu: Cîhan ji gavên tekalî yên Amerîka bêzar bûye. Dorpêçên li ser Îranê bandorekê mezin li cîhanê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro sizayên Amerîka li ser Îranê destpê kirin û ew sizayana bandoreke nerênî li Tirkiyê jî dikin, ji ber ku Enqera bazirganiyeke mezin bi Taranê re dike.

Tirkiye di warê bazirganiya petrolê de, li derveyî dorpêçê hatiye hiştin, lê ew jî bi awayekî demkî ye. Şarezayên abûrî dibêjin: Tirkiyê naxwaze guh bide sizayên Amerîkî li ser Îranê, lê heger Enqera pêbendî wan sizayan nebe, ewê bêtir ziyanê li abûriya xwe bike.

Li gorî xalên sereke yên wan sizayan, nabe tu kes bazirganiya pere, zêr, petrol û berhemên petrolê bi Îranê re bike û ev yek rasterê bandorê li Tirkiyê dike. 

Îdara Amerîkî bi awayekî demkî rê daye 8 welatan ku gaza siruştî ji Îranê bikirrin, yek ji wan welatan Tirkiye ye.

Berî niha serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan gotibû ew guh nadin sizayên Amerîka li ser Îranê, lê cîgirê wî ragihand, ku ewê îro helwesta xwe ya fermî rabigehînin û got: Me helwesta xwe derbarê dorpêçên ser Îranê aşkere kir. Amerîka ji bo berjewendiyên xwe biryara dorpêçan li ser Îranê daye û dixwaze hemû welat pêbendî wê biryarê bin. Ev ne helwesteke dadwerane ye.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu got: Cîhan ji gavên tekalî yên Amerîka bêzar bûye. Dorpêçên li ser Îranê bandorekê mezin li cîhanê dikin.

N.O