Li Hewlêrê pirtûkxaneyek şewitî

Li bajarê Hewlêrê pirtûkxaneyek şewitî. Xwediyê wê nivîskar Ferhad Pîrbal tometbar dike, ku wî pirtûkxane şewitandiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hewlêrê pirtûkxaneyek şewitî. Xwediyê wê nivîskar Ferhad Pîrbal tometbar dike, ku wî pirtûkxane şewitandiye.

Şeva bûrî li Hewlêrê pirtûkxaneya bi navê “Malî Wefayî” şewitî.

Xwediyê wê pirtûkxanê Soran Ezîz ji K24 re got, di pirtûkxanê de 5 hezar pirtûk hebûn û di depoya wê de jî 100 karton pirtûk hebûn. Beşek ji wan şewitîne û beşek jî êdî bi kêrî xwandinê nayên, ji ber ku di dema vemirandina şewatê de wêran bûne.

Soran Ezîz her wiha gotiye, wî 10 salan zehmet kişandibû û ew pirtûkxane bi zorî û zehmetiyan çêkiribû. Ji ber wê şewatê bi qasî 80 hezar dolar ziyan gihîştiye wî.

Xwediyê pirtûkxanê, nivîskarê Kurd Ferhad Pîrbal bi şewitandina pirtûkxaneya xwe tohmetbar dike û dibêje, ji ber ku roja pêncşemê (11 vê mehê) wî du pirtûkên Ferhad Pîrbal çap kiribû. Lê Ferhad Pîrbal ew bi wê yekê tohmetbar kiribû ku mafê wî xwariye û gefa şewitandina pirtûkxaneya wî xwaribû.

Xwediyê pirtûkxanê dide zanîn, wî polîs bi gefên Ferhad Pîrpal agahdar kiribû û daxwaz kiribû pirtûkxaneya wî biparêzin.

Heta niha ne polîs ne jî Ferhad Pîrbal li ser wê yekê tiştek negotine.