Ozçelik: Nasnameya HDP li “Tifaqa Netewî” ya Kurdistanê nake!

Mustafa Ozçelik ji K24 re anî ziman; HDP nasnameya partiyek Tirkiyeyî heye û “Tifaqa Netewî” ya Kurd/Kurdistanê ne ligor bername û nasnameya HDP ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, liser civîna “Tifaqa Netewî” ya li bakurê Kurdistanê ragihand, ku HDP nasnameya partiyek Tirkiyeyî heye û “Tifaqa Netewî” ya Kurd/Kurdistanê ne ligor bername û nasnameya HDP ye.

Mustafa Ozçelik ji K24 re anî ziman, ku “12ê Mijdarê, liser nave ew aliyên, ku îro civînê dikin, nameyek ji PAK re rêkirin û daxwaz kirin, ku PAK wekî çavdêr beşdariyê di vê civînê de bike. Em agahdar bûn, ku bi heman naverok name ji PSK û HAK-PAR re jî rêkirin e. Piştî, ku hayadar bûn, ku bi pênaseya çavdêr şaştî kirin e, bi şand hatin seredana PAK û daxwaza beşdariya me kirin. Rêveberiya PAKê biryar da, ku beşdarî di civînek weha de neke, herweha PSK jî, biryarek bi heman rengî da. Me her du Partiyan bi daxûyaniyek hevbeş egerên nebeşdariya xwe ji raya giştî re eşkere kir.

Sedemên sereke yên neamadebûn a me: Tifaqa Neteweyî tê wateya, pêkhateyên vê tifaqê divê ji neteweyî û niştimanî bin. Bernameya wan aliyên beşdar, divê bernameyek neteweyî/niştimanî be.Lê, ekterê civîna îro HDP, DBP ye. HDP xwe wekî partiyek Tirkiyeyî pênase dike. Dibêje: em dê Neteweyê Demokratîk li Tirkiye ava bikin. Dibêje: Tirkiye welatê me yê hevbeş e.Çawa dibe, tu rabe insiyatifa tifaqa niştimanî/neteweyî Kurdî/Kurdistanê bigre dest? Ev yek ne maqul e!

Tifaqa Neteweyî: liser bîngeha parastina mafên neteweyî, bidestxistina statuyê ji bo netewe, ji bo Kurd/Kurdistanê ye. Di bernameya HDP de, ev yek heye? Na nîn e!

HDP vekirî dibêje, em partiyek ji bo damezrandina demokrasiyê li Tirkiye ne. Bêguman PAK demokrasiyê û parastina wê bilind dinirxîn e. Lê, qedera Kurdan tu nikare bi Enqere, Bexda, Şam û Tehranê ve girê bide!