Bi êrişên li ser Rojava, kongreya neteweyî ya Kurd dîsa rojev gerim kir

Bi êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, di nav civaka Kurdan de, li dijî êrişan, nêzîkatiyek çêbû. Kurdan bi yek dengî bertek nîşanî êrişên Tirkiyê da. Vê yekê mijara Kongreya Neteweyî ya Kurd, carek din kir rojev. Lêkolîner û mafnasên Diyarbekirê ragihand in, ku bi Kongreya Neteweyî, dê Kurd bikaribin di qada navxweyî û navdewletî de, xwe ji êrişan biparêzin û li destkeftiyên xwe, xwedî derkevin.

K24- Amed

Bi êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, di nav civaka Kurdan de, li dijî êrişan, nêzîkatiyek çêbû. Kurdan bi yek dengî bertek nîşanî êrişên Tirkiyê da. Vê yekê mijara Kongreya Neteweyî ya Kurd, carek din kir rojev. Lêkolîner û mafnasên Diyarbekirê ragihand in, ku bi Kongreya Neteweyî, dê Kurd bikaribin di qada navxweyî û navdewletî de, xwe ji êrişan biparêzin û li destkeftiyên xwe, xwedî derkevin.

Tirkiye di 9'ê Cotmehê de careke din êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. Piştî êrişên li ser Efrînê careke din siyasetmedar, hunermend, nivîskar, rewşenbir û hemû aliyên civaka Kurdan bi yek dengî li dijî êrişên Tirkiyeyê derketin û bang li hêzên navdewletî kirin ku êrişan bidin rawestandin. Bi van geşendan di nava civaka Kurdan de mijara Kongreya Neteweyî dîsa gerim bû. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural got; pêwîst e hemû partî û rêxistinên Kurdan ji bo Kongreya Neteweyî ji dil û can amade bin û tu alî bandorê li kongreye neke. Vural dibêje; nabe ji bilî Kurdan aliyeke din di nav kongreyê de cih bigire.

Mehmet Vural, serokê Dîtam'ê, got:"Bûyerên dawiyê jî nîşanî raya giştî ya Kurdan da ku heger Kurd di nava xwe de li hev nerûnin, ne yek bin nikarin tiştekê bikin. Ji bilî Kurdan kesekî ku Kurdan ji erdê rake tune ye. Îro Kurd rastî astengiyên mezin dimînin. Kurd tenê dikarin bi hevkariyê ji vê reşa giran û zehmet derkevin."

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, heger hewlên ku di sala 2013'an de dest pê kirîn bigiha encamekê îro tu dewletekê nedikarî êrişî Kurdan bike. Li gorî nirxandina şîrovekaran, hêzên navdewletî jî dê rêzê li yekitiya Kurdan bigirin û li gorî wê dê tevbigerin. Nahît Eren mafnas e. Eren di 2013'an de wekî cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê li Selehedînê beşdarî civîna amadekarî ya Kongreya Neteweyî bibû. Li gorî nirxandina mafnas Eren, Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û divê Kurd vê carê derfetên ku derketine holê berhewa nekin û bi kelecana 2013'an li yek rûnin.

Nahît Eren, mafnas dibêje:"Civîna amadekarî ya Kongreya Neteweyî ya Kurd di nav civakê de kelecaneke mezin peyda kiribû. Ji çar aliyên Kurdistanê hemû aktorên Kurd di civînê de amade bûn. Me di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û êrişên li ser Rojava dît ku yekitiya neteweyî ya Kurd çiqas girîng e. Em hêvî dikin ku ji nû ve Yekitiya Neteweyî ya Kurd pêk were."

Civîna amadekarî ya Kongreya Neteweyî ya Kurd di Tîrmeha 2013'an li Selehedînê hat kirin. Ji bîlî Hudapar'ê ji bakur 21 nûnerên partî û rêxistinan û ji çar aliyên Kurdistanê jî bi giştî 39 nûnerên partî û rêxistinan beşdarî civîna amadekariyê bibûn. Civînê 4 saetan berdewam kiribû. Di Civînê de Serok Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd girîngiya yekîtiya Kurdan û rê û rêbazên demokratîk anîbû ziman.