Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve xanî yên Kurdan diherifîn in

Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve dest bi xirabkirin û herifandina xanî yên Kurdan kirîne li Girê Sipî.

K24- Hewlêr

Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve dest bi xirabkirin û herifandina xanî yên Kurdan kirîne li Girê Sipî.

Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov belav kirîye, girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve berdewam in li ser binpêkirina mafên mafên li Rojavaya Kurdistanê.  Di wê çarçoveyê de, wan girûpên ser bi Tirkiya ve, xanîyên welatîyên Kurd di herfîne li gundê Kurmazat, ku dikeve başûra Girê Sipî, li bakura Reqayê.

Li gor Riwangehê, ew xanî û malên ku valane û xwdedî yên ji encama şer revîyane, ew girûpên hanê xanîyên wan di herifînin û kavil dikin,

Di naversata Cutmeha ev sal de, artêşa Tirkiya û çekdarên ser bi wê ve Bajarê Girê Sipî dagîr kirin û bi sedema wê yekê jî bi sedan malbatên Kurd ji encama şer û pêkdadanan naçar bûn ji wî bajarî derkevin.