Herêm dixwaze pêşdem pirsa budceya 2020 li gel Bexda çareser bike

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê darayî ya Îraqê di cvînê de ne.

K24- Hewlêr

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê darayî ya Îraqê di cvînê de ne.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji wezîrê darayî, wezîrê plandanan û wezîrê Herêm bo karûbarên navçeyên Kurdistanî û serokê dîwana serokatîya Civata Wezîran, li gel wezîrê darayî ya Îraqê Fûad Husên di civînê de ne.

Berî civînê, wezîrê pilandananê yê hikumeta Herêma Kurdistanê Dara reşîd Bi Kurdistan 24 re ragehand, Hewlêr û Bexda bo çarekirina prisgirêka budceyê ji rêkeftinê nêzîkin. Tekez jî kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê ciddî ye li ser çarekirina prisgirêkan  li gel Îraqê.

Her li ser evê mijarê, Ûmêd Sebah, serokê dîwana Civata Wezîran bi Kurdistan24 re ragehand: Hewlêr û Bexda li ser çend astan di di gotûbêjê de ne bo çareserkirina arîşeyên di navbera wan de û tekez jî kir, Herêma Kurdistanê dixwaze pêşdem pirsa budce ya sala 2020 li gel Îraqê çareser bike.

" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen>