Kurdistan24 belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dike

Kurdistan24 belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dike, ku tenê di şeş mehan de 600 malbatên Erebên Sunne ji parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mîsan, Bexda û çend deverên din yên Îraqê hatîne Kerkûkê.

K24- Hewlêr

Kurdistan24 belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dike, ku tenê  di şeş mehan de 600 malbatên Erebên Sunne ji parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mîsan, Bexda û çend deverên din yên Îraqê hatîne Kerkûkê.

Ew Erebên ji wan deveran hatîne, niha bûyîne welatîyên parêzgeha Kerkûkê û her helbijartinek bihêt kirin yan jî serjmêrî bihêt encamdan, Wan jî wek her malabteke Kerkûkî mafê dengdanê û pişikdarîyê di helbijartinan de hene. Anku bandora xwe ya rasterast heye li ser guhertina rêjeya neteweyan li bajêrî.

Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, 2017yê rewşeke awarte li Kerkûkê durist bûye û li gor zanîyarîyên mêdîyayan, ew bajêr hevrûşî pêleke nû ya guhertina demogirafî bûye.