Jinên Daiş di kempeke Suriyê de kiçeke Êzdî kujtin

Li gor çalakvaneke Êzdî, jinên Daiş, ewên li Kempa Holê, li rojavaya Kurdistanê desteserin, kiçeke Êzdî ya revandî li nav kempê kuştin.

K24- Hewlêr

Li gor çalakvaneke Êzdî, jinên Daiş, ewên li Kempa Holê, li rojavaya Kurdistanê desteserin, kiçeke Êzdî ya revandî li nav kempê kuştin.

Îsa Sedo, çalakvanê Êzdî, bi ajansa Sipotîka Rusyayî re ragehadîye, duhî êvarê, jin û malbatên çekdarên Daişê, ewên li kempa Holê desteserin, kiçeke Êzdî ya 20 salî qutane û bi egera wê lêdanê jî kiçkê canê xwe ji dest daye.

Heya niha nasnameya wê kiça Êzdî nehatîye aşkerekirin û bi nihênî li ba berpirsên Kempê maye, ku yek ji kiçên revandî ji alîyê çekdarên Daişê ve di dema dagîrkirina Şengalê ji alîyê wan ve.

Kempa Holê ku aware û penaber têd dijîn, pişkek ji jin û zaroyên çekdarên Daişê jî têde desteserin û ew kemp dikeve parêzgeha Heseke li rojavaya Kurdistanê.