Tirkiyê derdora bajarê Efrînê bordûman kir

YPG: Firokeyên Tirkiyê bi bermîlên teqîner êrîşî derdora bajarê Efrînê kirin û ji vê sibehê ve 3 êrîş pêk anîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li Efrînê, ji vê sibehê ve firokeyên Tirkiyê çend êrîş li derdora bajarê Efrînê, bi taybet li rojava û rojhilatê wî bajarî encam dan.

Herwiha li gorî Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG): "Firokeyên Tirkiyê bi bermîlên teqîner êrîşî derdora bajarê Efrînê kirin û ji vê sibehê ve 3 êrîş pêk anîne û heya niha ti zanyarî derbarê qurbaniyan nehatine zanîn".

Ji aliyekî din ve, Ceyş El-Siwwar ya ser bi HSDê ve hêzên xwe ji bereyên şer yên dijî DAIŞê li Dêra Zorê vekişand û ew hêzana şand ji bo Efrînê û ragihand, ku aliyê berpirs li ser vekişîna wan ji bereyên şerê dijî DAIŞê, Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Serkirdeyê Ceyş El-Siwwar Xelef Mihemed ji ajanseke nêzîkî YPGê re ragihand, ku şerê li Efrînê ji yê DAIŞê li Dêra Zorê giringtir e û heger pêwîst bû ewê hêzên bêtir ber bi Efrînê ve bişînin.

Xelef Mihemed got jî: "Ji me re ne giring e heger Hevpeymaniya Navdewletî li ser çûna hêzên me ji bo Efrînê razî be yan na, lê ya giring ji me re ku em berevaniyê di ber Efrînê de bikin".

Berî niha jî, hejmarek ji hêzên ser bi HSDê ve bi navê (Hêzên Şoreşger) vekişîna hêzên xwe ji bereyên şerê dijî DAIŞê li Dêra Zorê ragihandin û diyar kirin ku ewê wan hêzên xwe ber bi Efrînê ve bişînin.

N.O