Li parlamena Tirkîyeyê careke din peyva Kurdistanê bû mijara nîqaşê

Li Tirkîyeyê careke din peyva Kurdistan û erdnîgarîya Kurdan bûye mijara nîqaşê. Berîya nêzî du salan li Parlamena Tirkîyeyê peyva Kurdistanê hatibû qexdexekirin û li kursîyê bo parlamenterên ku vê peyvê bikar bînin jî ciza hatibû dayîn. Him pereyê cizayê, him jî derxistina ji Lijneya Giştî ya Meclîsê.

K24 -Ankara

Li Tirkîyeyê careke din peyva Kurdistan û erdnîgarîya Kurdan bûye mijara nîqaşê. Berîya nêzî du salan li Parlamena Tirkîyeyê peyva Kurdistanê hatibû qexdexekirin û li kursîyê bo parlamenterên ku vê peyvê bikar bînin jî ciza hatibû dayîn. Him pereyê cizayê, him jî derxistina ji Lijneya Giştî ya Meclîsê. Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîr li kursîyê gotibû ez parlamenterekî ku ji Kurdistanê hatime û li ser vê nîqaş û gengeşî destpêkiribûn. Piştî vê parlamenterekî HDPê pêşnîyazpirseke da Serokatîya Parlamen ku Komsîyona Lêkolînê bê avakirin da ku bi awayeke zanistî û dîrokî peyvên "Kurdistan", "Bajarên Kurdan" û "Cografyaya Kurd" bê lêkolînkirin. Lê belê Serokê Parlamena Tirkîyeyê bi hinceta ku pêşnîyazpirs "îfadeyên tund û îfadeyên rencîdekirinê" dihewîne red kir û îadeyê parlamenterê HDPê kir.

Rayedar û berpirsên HDPê bertek nîşanî vê helwest û bersiva serokê Parlamen didin û dibêjin divê peya Kurd û Kurdistanê bê qebûlkirin û zor û» zexta li serê jî bête rakirin.

Huseyîn Kaçmaz-Parlamenterê HDPê yê Şirnexê, dibêje:"Desthilata AKPê careke din nîşan da ku ew çiqas li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Pêşî ew bixwe qebûl dikirin, lê belê dema konjoktor guherî neyartîya xwe ya li dijî peyvên Kurd, Kurdistan û bajarên Kurdan derket holê. Hetta li Japonyayê nehîştin ku perwerdeya Kurdî bê kirin. Lê belê ciza û bedel çi dibe bila bibe em ê her daîm bibêjin Kurdistan heye û wê her hebe."

Lı alîyê din ev mijar ji alîyê komeleyên mafên mirovan jî rastî nerazîbûnan tê. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê dibêje, Parlamena Tirkîyeyê hay ji dîroka

xwe nîne û destnîşan dike ku bi red û înkarkirina navê Kurdistanê, him cihêkarî tê kirin him jî mafê mirovan tê binpêkirin.

Ozturk Turkdogan-Hevserokê Komeleya ÎHD'ê, dibêje: "Parlamentoya Tirkîyeyê ketîye rewşeke wisa ku hay ji dîrok û rabirdûya xwe nîne. Heke ew arşîvên meclîsê vekin ew ê bibînin ku Kurdistan heye, mebûsên Kurdistanê heye. Ji loma ev bersiva ji bo pêşnîyazpirsa Kurdistanê ku serokê parlamen gotîye "tundî û îfadeyên rencîdekirinê" dihewîne, heqaretkirina gelê Kurd e."

Di dema proseya aştî û çareserîyê de Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan û berpirsên hikûmetê çendîn car peyva Kurdistanê bikar anîbûn û gotibûn ku herêmeke bi navê Kurdistan heye, lê belê piştî qutbûna proseyê û nemaze di demên hilbijartinan de berevajî gotinên xwe yên berê gotibûn ku li Tirkîyeyê herêmeke bi navê Kurdistanê tune ye.