Turk:Destûra Tirkiye dive bê guherandin

Ehmed Tirk hevdîtinên ligel Ocalan ji WDR a Almanî re şîrove dike û dibêje: Pêvajoya Aştîyê dîyar nîn e, ligel CHPê jî, ne hevpeyman in û ya durist ew e, ku Destûr were guhertin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Şaredariya Mêrdinê û Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk dibêje: Pêwist e Destûra Bingehîn a Tirkiyê, liser hîma demokratik were guhertin.

Ehmed Turk hevdîtinên ligel Ocalan ji WDR a Almanî re  şîrove dike û dibêje: Pêvajoya Aştîyê dîyar nîn e, ligel CHPê jî, ne hevpeyman in û ya durist ew e, ku Destûr were guhertin.

Ehmed Turk got: Destûra Tirkiyê liser nîjada Tirk hatiye çêkirin û hemû gel û rengên din, înkar dike.

Turk diyar dike: Hevditina ligel Ocalan, gavek baş e, lê pêwist e rêyek çareserîya bingehîn ji bo pirsa Kurd were peyda kirin.

Ehmed Turk dibêje: Ev jî, rawestandina şer e, destpêkirina diyalogê ye û bi vî şêwazî Tirkiye, dê dîsa bigihe aramiya dema pêvajoya aştîyê

 

 

 

C.B