Keçeke din a Êzidî hat rizgarkirin

Keçeke din a Kurd a Êzidî ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, li Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin û gihîşt û malbata xwe li Şingalê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keçeke din a Kurd a Êzidî ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, li Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin û gihîşt û malbata xwe li Şingalê.

Peyamêrê K24ê li Şingalê ragihand, keçeke din a Êzidî bi navê Dilsoz Misto Emê ku xelkê gundê Koco yê Şingalê ye, ku berî 5 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, ji aliyê HSDê ve hat rizgarkirin û ji kampa Holê ya Hesekê gihîşt malbata xwe li Şingalê.

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Li gor dawî amara Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ta niha çarenivîsa 2908 Kurdên Êzidî ne diyar in.

 

 

S. B