Li Diyarbekiê hişyariyên çûnûhatê bi Kurdî ne

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di xebatên şarevaniyê de bikaranîna zimanê Kurdî berfirehtir dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di xebatên şarevaniyê de bikaranîna zimanê Kurdî berfirehtir dike. Şaredarî, ji bo hişyariya çûnûhatê (trafik) li ser rêyên nav bajêr bi nivîsên Kurdî ajokaran hişyar dike ku rê bidin peyayan. Rêveberên şaredariyê amaje dikin ku, hişyariyên bi Kurdî bala ajokaran dikişîne û rê didin peyayan. Peya jî ji xebata bi Kurdî keyfxweş in û dixwazin ku ajokar ne bi yasayan lê bi wicdana xwe tevbigerin û rê bidin peyayan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî  xizmetê dike. Ji beriya tayînkirina qeyûman şaredariyê bi taybetî xizmetên bi Kurdî jî dikir, lê di dema rêveberiya qeyûman de bikaranîna zimanê Kurdî qels bû. Şaredariyê xebatên ku ji beriya qeyûman bi Kurdî dikirin dîsa da destpêkirin. Li ser rêyên ku peyayan tê re derbas dibin bi nivîsên Kurdî jî ajokar tên hişyar kirin. Li gorî ku Serokê Daîreya vegûhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehmet Reşat Bakan dibêje; di çûnehatê de bikaranîna zimanê Kurdî bala ajokaran dikişîne û ajokar ji berê zêdetir rê didin peyayan.

Serokê Daîreya Veguhestinê Mehmet Reşat Bakan ji K24ê re got: "Me bi Kurdî jî hişyariyên çûnehatê danîn ser rêyan. Armanca me ew e em hem ajokaran hem jî peyayan hişyar bikin. Gelek keyfa hemwelatiyan ji vê xebatê re tê. Em ê vê xebatê li nav bajêr belavttir bikin. Em dixwazin her kes rêzê li mafên hev û din bigire."

Li gorî yasayan lazim e ajokar li cihê derbasbûyîna peyayan rê bide peyayan lê heger rê nede bi 604 lîreyan tê cezakirin. Peya ji rê nedana ajokaran bi gilî ne û dixwazin ku ajokar ne li gorî yasayan lê li gorî nirxên mirovahiyê rê bibin wan û her kes rêzê li mafê her kesê bigire. Şêniyên bajêr jî ji xebatên şaredariyê yên bi Kurdî keyfxweş in û dixwazin ku xebatên bi Kurdî berfirehtir bibin.

Welatiyek: "Mixabin gelek caran ajokar rê nadin peyayan, carina di lembeya kesk re jî derbas dibin. Divê ne wisa be; divê ajokar rêzê li mafê peyayn bigire."

Welatiyeke din: "Ajokar rê nadin, li gorî wan divê pêşî ew derbas bibin dûv re peyayan derbas bibin. Ger bi yasayan ew kesên ku rê nadin bihatana cezakirin baş dibû. Divê pêşî peyayan derbas bibe dûv re tirimbêl biçe."

Li gorî daneyên fermî di sala 2018'an de li bakur û Tirkiyeyê di bûyerên çûnehatê de 3 hezar û 373 kesan canê xwe ji dest da û 310 hezar kes jî birîndar bûn. Bi xebatên pirzimanî  armanc ew e ku bûyerên çûnehatê werim kêmkirin û ajokar û peyayan rêzê li mafên hev û din bigirin.