Kanada milyonek penaber werdigire

Serokwezîrê Kanadayê biryar daye, welatê wî di navbera salên 2020 – 2022an de milyonek penaberên nû werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Kanadayê biryar daye, welatê wî di navbera salên 2020 – 2022an de milyonek penaberên nû werbigire.

Pêgeha “Kanada News24” belav kir, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau plana xwe diyar kiriye ku Kanada bi riya bernameyên cuda dê di salên 2020 – 2022an de pêşwazî li yek milyon penaberên nû bike û tevahiya xizmetguzariyan jî pêşkêşî wan bike.

Wê pêgehê diyar kir, Trudeau daxuyaniyeke arasteyî Wezîrê Koç û Koçberan kiriye û daxwaz kiriye ku cihên ewle ji bo tevahiya penaberan û kesên di warên ragihandin û mafên mirovan de kar de kar dikin, werin peydakirin.

Herwiha ragihand, Trudeau dê bacên li ser wergirtina regeznameya Kanadî ji kesên ku mercên wergirtina regeznameyê pêk anîne jî, rake.

Li gor wan bernameyan, Kanada dê di sala 2020an de 341 hezar penaber, sala 2021an 350 hezar penaber û û sala 2022an de 360 hezar penaber werbigire.

Bi vê yekê, Kanada dibe mezintirîn welatê piştevaniyê li penaberan dike û ligel wê jî gelek asankarî bo pêşxistin ziman, kar û tevlîbûna wan tevî civaka Kanadî pêşkêş dike.

 

S. B