Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa Îraqê gengeşe dikin

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê, rewşa sîyasî û ewlehî ya Îraqê gengeşe kirin û tekezkirin li ser paraztina aramîya sîyasî û akincîya ewlehîya Îraqêê û giringîya berdewamîya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina arîşeyan di çarçoveya destûra Îraqê de.

K24- Hewlêr

Herdû alîyan karê perlemanî, yasadanan, mjiara budceya giştîya sala dahatîya Îraqê û piroseya avedankirina cihên zîyan pêkevtî yên şerê Terorê behis kirin. Ronahî jî xistin ser rewşa awareyên Îraqî di kempên Herêma Kurdistnê de û ayandeya wan û çawanîya vegeran wan bo ser cih û warên xwe.

Peywendîyên Îraqê li gel welatên deverê û cîhanê, pêşhatên sîyasî, ewlehî û rewşa deverê bi giştî, tewereke dîyê civîna Nêçîrvan Barzanî û Mehemed Helbûsî bû.

Evro Pêncşembîyê, 19/9/2019 serokê Civta Nwênerên Îraqê gehişte Hewlêr.