Parlementoya Ewrûpa liser Tirkiye dengdanê dike

Parlementoya Ewrûpayê îro li ser Tirkiyê biryar dide. Eger heye banga rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewrûpayê were kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Ewrûpayê îro li ser Tirkiyê biryar dide. Eger heye banga rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewrûpayê were kirin.

Îro li Parlementoya Ewropayê di derbarê pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de dengdanek birêve diçe. Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Ewrûpayê li dijî Tirkiyê raporek amade kiriye û dixwaze danûstandinên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewrûpayê were rawestandin. Eger heye di dengdana îro de ev daxwaz were pejirandin.

Parlementoya Ewropayê pêştir eşkere kiribû, ko ger Tirkiye ji sîstema parlementeriyê derbasî sîstema seroktiyê bibe dê pêwendiyên Tirkiye û Ewrûpayê werin rawestandin. Herwiha Tirkiye bi binpêkirina dadperwerî û maf û azadiyên bingehîn tê tometbarkirin.

 

 

C.B