Dîrokvanekê Emerîkayî: Mesrûr Barzanî wek serkirdeyeke bihêz û şarezayê sîyaseta nêvdewletî hatîye nasîn

Stêvin Manisfêld, nivîsvan û dîrokvan, û çalakvanê dîyar ê Emerîkayî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, raspartîyê pêkanîna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ragehand: Li Waşitunê Mesrûr Barzanî wek serkirdeyekê bihêz û şareza di karûbarên nêvdewletî de hatîye nasîn, ev jî wê yekê nîşan dide ku di post û erkê xwe yê dahatî de roleke kara û dîyar dê hebe.

K24- Hewlêr

Stêvin Manisfêld, di hevpeyvînekê de bo Kurdistanê24 got: Rêzdar Mesrûr Barzanî, Ez Stêvin Manisfêldim ji Waşintun Dî Sî, pîrozbahîyê li te dikim bi boneya destnîşankirina te bo posta serok wezîrê dahatî yê Kurdistanê, gelek şanazîyê bi te dikim  û bi milyonan Emerîakayî li vir şanazîyê bi te dikin û nizayan(dûayan) bo te dikin.

Herweha got: Ew navûbangê ku Mesrûr Barzanî li vir, li Waşintunê heye û xelik wî pê dinase ewe ku; serkirdeyeke bihêz û zîreke û şarezayê karûbarên nêvdewletîye. Evê post jî biezmûn û jêhatîya wî rolek bihêz dê hebe û bo gelê Kurd jî baş dibe.