Heyva Sor a Kurd: 60 sivîl bûne qurbanî

Heyva Sor a Kurd ragihand, di nava sê rojên êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê de herî kêm 14 sivîl şehîd bûne û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heyva Sor a Kurd ragihand, di nava sê rojên êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê de herî kêm 14 sivîl şehîd bûne û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

Heyva Sor a Kurd ragihand, êriş û operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê derbasî roja çarem bûye. Di heyama sê rojên bûrî de herî kêm 14 sivîl şehîd bûne û 46 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên wê saziyê, di nav şehîd û birîndaran de gelek zarok û jin hene.

Îro roja çarem e Artêşa Tirkiyê gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê yên li rojhilatê Firatê bombebaran û topbaran dike, ji ber vê yekê jî hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Li gor amarên Netewên Yekgirtî jî, nêzîkî 100 hezar kesî bi neçarî koçber bûne.

Derbarê ziyanên di nava şervanên HSDê de jî, duhî HSDê ragihandibû, 22 şervanên wê şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.

 

S. B