Rêveberiya Xweser 109 malbat ji kampa Holê derxistin
K24- Hewlêr
Mêdya bi ser Rêveberiya Xweser ve belavkiriye, ku karwanê 11an a ji malbatan ji kampa Holê hatin derxistin, ku hejmara wan 385 kes bûn.
Ligor ku hatî belavkirin, ew kes ji navçeyên rojhilatê Dêrazorê, ji Bisêra, Zîban, Hecîn û Baxoz in , û ti pêwendiya wan bi rêxistina DAIŞê nîn e.
Ligor Rêveberiya Xweser, prosêsa derxistina wan malbatan ji kampa Holê dê berdewam be, ew jî li gor lîsta navan, a ku Rêveberiyê amadekirî.