Ocalan: Operasyon dijî rojhilatê Firatê ne çareserî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê PKK Abdullah Ocalan bang li hikûmeta Tirkiyê dike: Operasyona dijî rojhilatê Firatê ne çareserî ye.
Mehmet Ocalan roja cejnê serdana birayê xwe Abdullah Ocalan kiribû. Mehmet Ocalan naveroka wê hevdîtinê eşkere dike û dibêje: Rêberê PKK ragihandiye, ko operasyoneke dijî rojhilatê Firatê ne çareser ye û çareserî di demokrasiyê de ye. Ger Tirkiye bikeve Suriyê dê Tirkiye û xelkên Suriyê zirarê bibîn in. Şerî ti carî çareseriyê bi xwe re neaniyê.
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de bang li HDP jî kiriye û gotiye, xelkê viyana xwe radestê HDPyê kiriye û parlementer û şaredarên HDPyê hene. Divê HDP xizmeta xelkê xwe bike.
C.B