Komkara Erebî: Tirkiye dixwaze demografiya Sûriyê biguhêre

Sekreterê Komkara Erebî di çarçova civîna Komkara Erebî ya derbarê rewşa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê de ragihand, Tirkiye dixwaze navçê dagîr bike û demografiya Sûriyê biguhêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Komkara Erebî di çarçova civîna Komkara Erebî ya derbarê rewşa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê de ragihand, Tirkiye dixwaze navçê dagîr bike û demografiya Sûriyê biguhêre.

Komkara Erebî îro derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dicive û şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî tevlî civînê bûye.

Di civînê de Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeys ragihand, Kurd û Ereb wek hev in û em dixwazin wan her duyan biparêzin.

Amaje bi wê jî kir, civaka navdewletî ti karvedanek ji bo dagîrkirina Tirkiyê nekir, ku ev operasyona leşkerî dibe sedema koçberbûna nêzîkî 300 hezar kesî.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Misrê li Komkara Erebî ragihand, karê Tirkiyê dijminkarane ye û wek dagîrkirina welatekî Erebî dibînin.

Ragihand jî, Tirkiye piştevaniya terorê dike û di ber dagîrkirina Sûriyê û derketina grûpên terorist de berpirsyar e.

Hişyarî jî da, bi sedema êrîşên Tirkiyê, karesateke mirovî dirust dibe û dibe sedema dubare derketina grûpên terorist.

 

S. B