Îsmaîl: Rêjîm û hin alî dixwazin 12 Adarê û encamên wê bêne jibîrkirin

Berpirsê Rêveber ê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, kiryarên xirap yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin, nîşana wê yekê ye ku ti cidiyet li cem wan ji bo nêzîkabûna Kurdî – Kurdî nîn e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêveber ê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, kiryarên xirap yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin, nîşana wê yekê ye ku ti cidiyet li cem wan ji bo nêzîkabûna Kurdî – Kurdî nîn e.

Berpirsê Rêveber ê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser bûyer û aloziyên duhî di roja bîranîna Serhildana 12ê Adarê û serdana mezarên şehîdan li Qamişlo bûne de, ji K24ê re got: Ev alî û Rêjîma Sûriyê dixwazin Serhildana 12ê Adarê û encamên wê ji bîr bibe, lê miletê me dema derdikeve bi baxên gulan û bi rêzgirtin serdana gorên şehîdan dike, berdewamiyê dide xebata wan şehîdan.    

Da zanîn jî, çi çalakiyeke ENKSê hebe, Rêveberiya Xweser astengî û rêgiriyê lê dike, ji şewitandina nivîsgehan, daxistina ala Kurdistanê û heta girtin û binçavkirina endam û alîgirên me. Armanc ji van lêdan û aloziyan ew e, tirsê bixe nava gelê me de.

Herwiha got: Kiryariyên Rêveberiya Xweser li dijî çalakiyên ENKSê herdem berdewam in, ji ber ku gotin û peyamên ENKSê ji êş û jana gelê Kurd e, ew jî nikarin vê yekê qebûl bikin, ji ber ku qurbanîdan û xebata 62 salan a gelê Kurd, ENKS nûnertiya wê dike, ji ber wê jî ew li dijî vîna gelê Kurd in. Ev kiryarên dibin, gelê me naçemîne, heta bigihe mafên xwe yên rewa.

Li ser hevdîtinên bi aliyên navdewletî re, Mihemed Îsmaîl got: Bi aliyên navdewletî re pirseke mezintir li pêşiya me heye ku bi wan behs dikin. Ew jî doza gelekî ye, doza Kurdistana Sûriyê û çespandina mafê Kurd di destûra Sûriyê de ye, ev kiryarên xirap jî me ji riya me dûr naxe.

Li ser yekrêziya navmala Kurdî û ENKS û PYDê Îsmaîl got: Her tiştê di berjewendiya gelê me de be, em dikin. Lê ev kiryarên xirap yên tên kirin, nîşana wê yekê ye ku ti cidiyet li cem wan nîn e.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de Mihemed Îsmaîl got: Çarenivîsa herêma me di du qonaxan de ye. Qonaxek ew e, rêveberiyeke nû û rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî çê bibe û piştgîriyeke navdewletî jê re hebe û em wek beşeke girîng tê de beşdar bibin. Qonaxa din jî, çareseriya siyasî ya tevahiya Sûriyê di bin çavdêriya navdewletî de destpê bibe û em di wê de jî beşdar bin.

  

S. B