Parêzgarê Kerkûkê bo cotkarên Kurd: dawîn dirûna xwe bikin û êdî divê dest ji zevîyên xwe berdin

Rêvebrîya şaredêya sergeran li Kerkûkê li gel Erebên hawirde rûniştine û parêzgarê sepandî bi Kerkûkê re jî navbijî kirîye û rêkkevtine. Li gor wê rkekvtinê Kurd tenê dikarin evê werzê dirûneyê bikin û êdî divêt zevîyên xwe bihêlin heya dadgeh biryarê li ser wan zevîyan dide.

K24- Hewlêr

Xelkê gundê Pelkane jî evê çareserîyê qibûl nakin û dibêjin: 15 salin dadgehê ev arîşe yek alî nekirîye û çaverê jî nahêt kirin yek alî bike. Erebên hawirde jî bi piştîvanîya parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re heya diçe hijmara wan zêde dibe û destên bierekirinê jî dirêj dibe.

Li 42 gundên sinûrê nahyeya sergeran, çar hezar donim zevîyên çandinê yên cotkarên Kurd, dema dirona wan hatîye û hêzên Îraqî rê nadin wan dirûnê bikin.

Bextîyar, cotekarekê Kurde û xelkê pelkaneye, xwedîyê 50 donimên zevîyê îçandinêye û rê nadin wî dirûn berhemîn xwe bike. Li dûr ve rawestaye û tenê dikare li zevîya xwe binere.

Ala Îraqê di nav gundê Pelkane de li ser malên Erebên Hawirde hatîye hildan.

Parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re di dawîn helwêsta xwe de, bi Kurd re gotîye: dawîn dirûna xwe bikin û êdî divê dest ji zevîyên xwe berdin heya dadgeh biryarekê dide li ser arîşyên hewe.