Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

li Efrînê tawanên evandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û qutkirina darên zeytûnan ji grûpên çekdar veberdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan

li Efrînê tawanên evandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û qutkirina darên zeytûnan ji grûpên çekdar veberdewam in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa Feyleq El Şam pêr welatiyê bi navê Reşîd Sîdo ji gundê Meydankê revandiye.

Herwiha îstixbarata Tirkiyê jî roja 5ê vê mehê mamosteyê dibistana Meydankê Ciwan Cebir revandiye û çarenivîsa wî ne diyar e.

Her li gundê Meydankê, çekdarekî grûpa Sultan Murad destê xwe danî ser mala pîrejina bi navê Diya Reşîd ew bi darê zorê ji malê derkir û tê de bicih bû, di encama kiryarê de jî Diya Reşîd nexweş bûye û rewşa wê gelekî xirap e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpên çekdar 130 darên zeytûnan li navçeya Mabeta û gundê Dargîrê qut kirin.

 

S. B