Pentagon: Vekişîna ji Kobanê hefteyekê dirêj dike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) ragihand, vekişîna artêşa Amerîka ji bajarê Kobanê yê nêzîkî Tirkiyê hefteyeke din dirêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) ragihand, vekişîna artêşa Amerîka ji bajarê Kobanê yê nêzîkî Tirkiyê hefteyeke din dirêj dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ji rojnamevanan re ragihand, Amerîka 600 serbaz li Sûriyê dihêle û bi temamî jê venakişe.

Herwiha got: Em hîna hevpeymana Hêzên Sûriyeya Demokratîk in û bi pêşkêşkirina hevkariyê ji wê hêzê re berdewam dibin.

Aşkere kir jî, HSD hevkar û hevpeymaneke baş e ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê li Sûriyê.

Pêştir Serokê Amerîka Donald Trump ragihandindibû, ewê ji bo parastina kêlgehên petrolê li beşek ji hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.

Çend roj in jî, hêzên Amerîka li rojhilata Qamişlo û heta bajarê Dêrikê gerên çavdêriyê dike, ku kêlgehên petrolê li wê navçeyê hene.

 

S. B