Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstiya Qamişlo şermezar kir
K24- Hewlêr
Serokatîya Herêma Kurdistanê herêma Kurdistanê bi tudî ew hêrişa teroristî şermezar kir, ewa evro ji alîyê Da’îş ve bajarê Qamişloyê kir armanc.
Di ragehandina serokatîya Herêma Kurdistanê de hatîye: Pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dikîn û hevxema wanîn, hêviya zû başbûnê jî ji bo birîndaran û berketiyan dixwazîn.
Herweha hatîye: Serhildana tevger û livîna terorîstên Da’îş û karê terorîstiyên wan li navçeyê de, gef û metirsiya rasteqîne ne.
Ev a jêrî jî deqa ragehandina serokokatîya Herêmê ye:
Bi tundî wê êrîşa terorîstiyê şermezar dikîn ku terorîstên Da’îş îro yekşem 18/08/2019 li bajarê Qamişlo encamdan û ziyana canî û maddî pêkhat û her wiha li Heseke jî mînek bi otombêlek da hate teqandin û kesek jî birîndar bûye.
Pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dikîn û hevxema wanîn, hêviya zû başbûnê jî ji bo birîndaran û berketiyan dixwazîn.
Serhildana tevger û livîna terorîstên Da’îş û karê terorîstiyên wan li navçeyê de, gef û metirsiya rasteqîne ne û li ser asta welatên navçeyê û navdewletî jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya zêdetir û karê cîddîtir heye ji bo rûbirûbûn û ji nav birina wan.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18/08/2019