Mesrûr Barzanî: Kabîneya nû di dema xwe ya diyarkirî de pêk tê

Civîna Serokwezîrê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdarkirî Mesrûr Barzanî ragihand, di kabîneya nû de Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ji Partiya Sosyalist a Kurdistanê re ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Serokwezîrê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdarkirî Mesrûr Barzanî ragihand, di kabîneya nû de Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ji Partiya Sosyalist a Kurdistanê re ye.

Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Partiya Sosyalist a Kurdistanê re ji rojnamevanan re ragihand, hêvîdar in berî dema diyarkirî kabîneya nû pêk bînin. Heger pirsgirêk jî çê bûn, bi Parlemantoyê re diaxin ji bo civîneke awarte encam bidin, lê hêvîdar in berî 30 Hezîranê bikarin kabîneya nû pêk bînin.

Herwiha got: Me ji YNKê nebihîst ku posta Parêzgarê Kerkûkê bi pêkanîna hikûmetê ve girê daye. Erkê me pêkanîna hikûmetê ye û mijara Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan re girîng e. Ev mijar ne taybet e bi partiyekê. Hêvîdar in bikarin çareseriyê ji wan pirsgirêkan re bibînin.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, me guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû kir û di nêzîktirîn dem de, C.Vyên kandîdên xwe didin Serokwezîrê erkdarkirî.

 

 

S. B