Dr. Erdal Sîpan pirtûkeke tendirustiyê bi zimanê Kurdî nivîsî

Li Diyarbekirê bijîşk Erdal Sîpan pirtukek bi navê alîkariya destpêkê nivîsand. Bijişkê ku demeke dirêj e dixwest tişteke wisa bike dibêje wî xwestiye di pîşe xwe de xizmetê bo xwendin û nivîsîna Kurdî pêşkêş bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê bijîşk Erdal Sîpan pirtukek bi navê alîkariya destpêkê nivîsand. Bijişkê ku demeke dirêj e dixwest tişteke wisa bike dibêje wî xwestiye di pîşe xwe de xizmetê bo xwendin û nivîsîna Kurdî pêşkêş bike.

Di warê dîrok, siyaset û hunerê de her ku diçe berhemên bi Kurdî zêdetir dibin û hişmendî jî bilind dibe. Lê qadek heye ku berhem û xebatên bi Kurdî gellekî kêm û lawaz in. Ew jî qada tendirustiyê ye. Bijişkê Diyarbekirî Erdal Sîpan jî ev yek ji xwe re kiriye xem û biryar daye ku bi zimanê derbarê pîşeya xwe de berhemekê amde bike û pirtuka bi navê "Alîkariya Destpêkê" nivîsiye. Erdal Sîpan dide zanîn ku demeke dirêj wî her dixwest zimanê xwe û pîşeya xwe bîne cem hev û ji şibakeya Kurdî balê bikêşe ser tendirustiyê.

Bijişk û nivîskar Erdal Sîpan derbarê pirtûka xwe ji K24ê re wiha axivî: "Bo min nasîna Kurdî di sala 2006ê de dest pê kir. Gava min dest pê kir Kurdiya min gellekî lawaz bû. Min têkiliyên xwe bi derdorê re bi Tirkî datîna. Di sala 2006an de dest bi kursê kir. Gava ku ez hîn dibûm min kûrahiya ziman çêtir fêm dikir. Min pêdiviyeke wisa hîs kir. Divê di vê qadê de jî bi Kurdî berhem hebin."

Piştî ku Bijîşk Erdal Sîpan biryar daye pirtukek derbarê tendirustiyê de bi Kurdî binivîse derbarê mijarê de jî fikiriye ka li ser çi binivîse. Bijişkê nivîskar biryar daye ku mijarek wiha bineqîne da ku di jiyana rojane de herkes bikare sûdê jê werbigre.

Bijîşk Erdal Sîpan dibêje: "Gava birîndariyek, qezayek, erdhejek, sermayek qewimî divê yekem car bo kesê rastî buyerê hatî mudaxaleyek çawa were kirin? Ev berhem behsa vê dike. Liv ir armanc ne tedawîkirin e. Armanc ew e ku heta doktor were an jî nexweş bigihîje nexweşxane bo astengkirina êş û xetereyê divê çi were kirin e."

Pirtûka ku ji 112 rûpelan pêk tê bi wêneyan jî hatiye dewlemendtirkirin, da ku bi awayeke dîtbarî jî vegotin were hêsankirin. Nivîskarê pirtukê dide zanîn ku dema wî pirtuk nivîsî ye di warê termînolojiya tendirustiyê de çavkaniyên wî kêm bûn û ji berk u xwîner jî rastî wê kêşeyê neyên di dawiya pirtukê de cih daye ferhengokek bi Kurdî, Tirkî û Ingizlîzî jî.