Amadekariyên serbazî û mirovî li ser xeta sînorî didomin

Tirkiye li ser xeta sînor bergirên ewlekariyê berfireh dike. Xelkê Tirkiyeyê jî naxwaze pêleke din a penaberên derbasî Tirkiyeyê bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Hatay

Li ser sînorê Tirkiye û Sûrî lîv û tevgera penaberan didome. Panaberên ku li Tirkiyeyê xwedî îkame ne ji bajarê Îdlîbê vegigerin Tirkiyeyê. Lê ji bilî kesên ku xwedî îkame ne destûra penaberên din nayê dayîn ku derbasî Tirkiyeyê bibin. Ji aliyê din ve Tirkiye li ser xeta sînor bergirên ewlekariyê berfireh dike. Xelkê Tirkiyeyê jî naxwaze pêleke din a penaberên derbasî Tirkiyeyê bibe.

Ev der ber Dergehê Cîlvegozû yê ser bi navçeya Reyhanli a Hatayê ve ye. Gumrika li aliyê din Babil Hewa ye û di destê Artêşa Sûrî a Azad de ye. Her roj bi hezaran barhilgir, xwarin, malzemeyên avahîsaziyê û pêdiviyên jiyana rojane ji Tirkiyeyê derbasî Sûrî dikin. Li gel çûnehata balhilgiran lîv û tevgera penaberan jî di vî dergehî re zêde ye. Lê niha destûra kesên ku li Tirkiyeyê xwedî îkame ne tê dayîn ku derbasî Tirkiyeyê bibin. Ev penaber jî ew ên ku di cejna Remezan û Qurbanê de derbasî aliyê Îdlibê bûne ne. Gelek ji wan ne dixwest in vegerin Tirkiyeyê lê ji ber rewşa Îdlîbê neçarî vegerê mane. Li gor ragihandina penaberan, ji ber egera şer niştecihên Idlibê, metirsiyeke mezin dijîn.

Penaber Mihemed Ehmed dibêje: "Ez di Cejina Remezanê de ji Tirkiyeyê derbasî Îdlibê bûm.  Vê gavê aloziyên mezin tune ne. Em ji leşkerên Tirkiyeyê razî ne. Ev 2 sal û nîv e ku li Tirkiyeyê me. Em ji ber şer nikarin bimînin li Sûrî, xizmên me li wê derê ne lê. En neçar in. Em li Tirkiyeyê bicihbûne  lê dema ku şer bi dawî hat ez ê vegerim Sûrî."

Ji destpêkirina şer û aloziyên li Sûrî heta îro bi milyonan penaber belavî bajarên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bûne.  Li bajarên ku wekî Hatayê hejmara Ereban lê zêde ne gelek paneber lê dijîn. Him ji ber ku nêzî Sûrî ye him jî ji ber ku ziman û çanda penaber û niştecihên Hatayê nêzî hev û din e penaber berê xwe didin Hatay û navçeyên wê. Lê ji ber hejmara penaberan a zêde û qeyrana aborî a Tirkiyeyê niha niştecihên herêmê naxwazin  hejmara penaberan zêde bibe.  Orhan Durmuşoglu jî karê texsîvaniyê dike. Durmuşoglu balê dikişîne ser rewşa esnaf û bazirganên Reyhanliyê û dibêje; panaberan jî kargeh hene û ew dan û standina xwe ji hev û din dikin.

Texsîvan Orhan Durmuşoglu dibêje: "Rojane 2-3 hezar kes derbasî Tirkiyeyê dibin.  Navçeya me Reyhanli tengasiyên abûrî ên mezin dijî. Penaber li Reyhanliyê dicivin û ji vir belavî bajarên din dibin. Ez bawer im dema ku li Sûrî alozî bi dawî bûn, dê ev penaber vegerin ser axa xwe. Penaberên Sûrî li vir dibin xwedî kargeh û bi rihetî dijîn lê xelkê me yê dikandar niha tengasiyên abûrî dijî. Em hêvî dikin ku ji vê rewşê re jî çareseriyek were peyda kirin."

Li ser sînorê Tirkiyeyê li aliyê Sûrî jî di herêmên di jêrkontrola Heyet  El tehrîrû Şam de gelek qempên penaberan hene. Tirkiye destûrê nade ku ji wan herêman penaber derbasî Tirkiyeyê bibin. Ji aliyê din ve Tirkiye ji ber ku pêşiyê li hatina penaberan bigire hêza serbazî li ser sînorî zêde dike. Her roj ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê konvoyên serbazî ji bo ser xeta sînor tê veguhestin.