Rêdûr Xelîl: Serkeftina li ser DAIŞê tolhildanek ji Kobanê û Şingalê re ye

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand, Serkeftina li dijî DAIŞê serkeftina hemû gelê Kurd e û tolhildanek ji Kobanê û Şingalê re ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand, Serkeftina li dijî DAIŞê serkeftina hemû gelê Kurd e û tolhildanek ji Kobanê û Şingalê re ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adarê li Baxozê di rêwresmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandibû.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li derbarê vê serkeftinê de ji K24ê re got, ji bo têkbirina şanên nivistî yên DAIŞê, karekî demdirêj pêwîst e, di qonaxa duyemîn de dê bi Hevpeymaniya Navdewletî re ew operasyon bê kirin.

Got jî: “Me tevaya hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vexwend rêwresma têkbirina DAIŞê û di nav wan de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) lê ew amade nebûn.”