Çavuşoglu: pêvajoya radestkirina S400 bêpirsgirêk berdewam e.

Yekemîn perçeyên sîstemên berevaniya asimanî S400 gihiştin Enqereyê.

K24- Hewlêr

Yekemîn perçeyên sîstemên berevaniya asimanî S400 gihiştin Enqereyê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê eşkere kir: Peymana kirîna mûşekên S400 a di navbera Tirkiye û Rusyayê de li 11ê Nîsana sala 2017yê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya wê rêkeftinê de, îro,12yê, Tîrmehê, yekemîn perçeyên mûşekên S400 radestê Tirkiyê hatin kirin û bo Meydana Asimanî a Murted a Enqereyê hatine vegûhestin.

Amerîka pêştir gelek caran ragihandibû: Eger Tirkiyê S400ê bikire; dê bihê sizdan.

Li ser radestkirina mûşekên S400, Mewlût Çavuşoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu yekem daxûyanî da û ragehand: S400 peymaneke  bi dawî hatiye û pêvajoya radestkirinê bêpirsgirêk berdewam e.

Çavuşoglu got:Em pêvajoya kirîna S400an rêk dixin. Jixwe Wezareta Bervaniya me jî daxûyaniya pêwîst da. Di pêvajoya S400 de çi pirsgirêk niye û berdewam e.