ENKS: Di nexşerêya Amerîka ya bo Sûriyê de Kurd jî hene

Li Dîlok a Bakurê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê ENKS û şandeyek Amerîkî de derbarê Rojavayê Kurdistanê de civînek hat li darxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Dîlok

Li Dîlok a Bakurê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê ENKS û şandeyek Amerîkî de derbarê Rojavayê Kurdistanê de civînek hat li darxistin. Di civînê de ji Amerîka hat xwestin ku li Rojavayê Kurdistanê bimîne û hewl bide k udi destûra nû ya Sûriyê de mafên Kurdan werin parastin û sîstemeke federali li Sûriyê were avakirin.

Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi şandekê li Dîlokê li gel rayedarên Amerîkî civînek derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de li dar xist. Di civînê de Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey û rayedarên Amerîkî cih girtin. Di civînê de bi teybetî li ser Rojhilatê Firadê nirxandin hatin kirin û ji Amerîkayê hat xwestin ku hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bidomîne û li hember gefên li ser Rojava jî aramiyê bi cih bike. Yek ji beşdarên civînê Doktor Kanîwar Resûl jî anî zimên ku wan ji Emerîkayê xwestiye hASSIGNIDêzên xwe ji Rojava venekêşin.

Endamê ENKS Dr. Kanîwar Resûl ji K24ê re got: "Me ji wan re amaje kir ku hebûna Amerîka ya li Rojavayê Kurdistanê cihê aramiyê ye ji bo hemu aliyan û bi teybetî jî ji bo Kurdan. Hebûna Amerîka baweriyê dide xebatên herêmê û dê rê nede ku li herêmê terorîst peyda bibin. Armanca aliyan ew e ku demokratî li herêmê çêbibê."

Şanda ENKSê di civînê de bal kişand ser rola Pêşmergeyên Roj û vegera Pêşmergeyên Roj a ji bo Rojavayê Kurdistanê wek pêdiviyekê hat nirxandin. Endamê  ENKSê Evdilhenan Ebbas amaje kir ku xuya ye di nexşerêya Emerîkayê ya Sûriyê  de Kurd jî xwedî ciheke girîng in.

Evdilhenan Ebbas dibêje: "Ev cara  duyem e ku têkiliyên me bi wan re çêdibe. Li gorî nêrîna min vê carê bêhtir guhdariya me kirin. Xuya ye ku li cem wan projeyek heye. Dê di rojên pêş de ev jî aşkere bibe."

Piştî civîna 6 meh berê li Ruhayê di navbera ENKSê û Amerîkayê de pêk hatibû cara duyem e ku ENKS û Amerîka li hev dicivin. Beşdarên civînê jî didin zanîn ku Amerîkayê tekez kiriye divê diyaloga di navbera Amerîka û ENKSê de bidome û di vê çarçoveyê de jî dê civîn bidomin.