Konsulê Amerîka spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Steve Fagin civiyan û her du aliyan rewşa navçê û qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û di wê çarçovê de Konsulê Amerîka spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di wê derbarê malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, “Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Steve Fagin Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Serokwezîrê Kurdistanê digel konsulê Amerîkayê, têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê di qonaxên borî û di vê qonaxê de, rewşa aboriya Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene di civînekê de gotûbêj kirin.

Steve Fagin spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewndinê û alîkarî û xizmeta wan dike. Fagin, herwesa, siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya di warê giringîdan bi  kultûra pêkvejiyan û lêbihurînê bilind nirxand.

Serowkezîrê ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanêm kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encamdana çaksaziyan û çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê re berdewam dibe.

Rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên herêmî mijarên din yên civînê bûn.

S. B