Putin, Erdogan û Rûhanî li ser Sûriyê dicivin

Ji bo cara çarem serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Sochi yê Rûsyayê taybet bo rewşa Sûriyê dicivin, dawî pêşhatên li Sûriyê, vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, rewşa Idlibê û komîta destûrê dê li ser masa guftûgoyan be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara çarem serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Sochi yê Rûsyayê taybet bo rewşa Sûriyê dicivin, dawî pêşhatên li Sûriyê, vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, rewşa Idlibê û komîta destûrê dê li ser masa guftûgoyan be.

Di mijara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê de û dagirtina valahiya ku li şûn xwe bihêle, her sê alî nakok in, Tirkiye rijd e li ser destpêkirina operasypnekê li dijî Rojavayê Kurdistanê, lê Rûsya dixwaze rêkeftina Edene ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de bixe rojevê û kar pê were kirin.

Rewşa aloz ya Idlibê ne bi dilê Rûsyayê ye, ku Desteya Tehrîr El-Şamê dest daniye ser piraniya navçeyên wê parêzgehê û rûberek fereh ji gundên parêzgeha Heleb û Hemayê xistiye destê xwe. Rûsya amaje bi destpêkirina şerekî li dijî Tehrîr El-Şamê û wê parêzgehê, lê Tirkiye li dijî wê gave ye, bi hinceta wê karesateke mirovî çê bibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû, Tehrîr El-Şamê ya bi “Nusra” tê naskirin ji sedî 90 ji parêzgeha Idlibê kontrol kiriye û ew qet qebûl nakin gotûbêj bi wê rêxistinê re bikin û tekez kir jî, Rûsya dê alîkariya artêşa Sûriyê bike bo kontrolkirina tevahiya xaka Sûriyê.

Mijara pêkanîna komîta destûrê ya Sûriyê jî dê were guftûgokirin, ku salek e kar li ser pêkanîna wê bi alîkariya Netewên Yekgirtî tê kirin, tevî amadekirina lîstê ji aliyê Netewên Yekgirtî be, lê hîn jî Tirkiye û Rûsya li ser navên koma sêyemîn a lîstê lihev nekirine.

Di  çarçova lûtkeya Sochi de Serokê Rûsyayê Vladimir amadkariyên civînên dualî bi her yek ji hevpostên xwe yên Tirkî û Îranê bi awayekî cuda, ji bo dîtina çareseriyekê yan mîkanîzmekê ji mijarên nakok re.

 

S. B